Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov ragihand ku geşedanên li Helebê binpêkirina serweriya Sûriyeyê ne.
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) serokatiya wan dike bi qasî kîlometroyekê gihiştin nêzîkî hinek taxên Helebê.
Di encama şerê ku ev 2 roj in berdewam dike de komên çekdar ên dijî hikûmeta Sûriyeyê, qadeke bi qasî 400 kîlomêtr sêcar xistin bin kontrola xwe.
Komên çekdar ên dijî rejimê piştî pevçûnên ku di saetên şevê da dewam kirin, gihiştin taxa Heleba Nû ku taxeke li derdora bajêr e.
Êdî komên çekdar bi qasî kîlometroyekê nêzîkî taxên dervayî bajêr in.
Berdevkê Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) Dmitriy Peskov êrişên çeldarên Heyeta Tehrîr El Şamê yên li ser Heleb û Idlibê nirxandin.
Dmirtriy Peskov geşedanên li Helebê bi "binpêkirina serweriya Sûriyeyê" bi nav kir û got welatê wî amade ye piştgiriya hikumeta Şamê bike.
Dmitriy Peskov ji hikumeta Şamê xwest bi lez herêmê kontrol bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse