Sûriye: Me balafireke bê pîlot li nêzîk Qamişloyê xiste xwarê

29-11-2019
RÛDAW
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Tirkiye Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA ragihand, artêşa wî welatî balafireke bê pîlot a artêşa Tirkiyê li sînorê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xistiye xwarê.

Li gorî zanyariyan, balafireke bêpîlot a artêşa Tirkiyê ku li esmanê deşta Qamişloyê difiriya, li nêzîkî gundê Hemo li rojhilatê bajarê Qamişlo ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye xistin.

Herwiha hatiye ragihandin, ku piştî xistina balafirê, hatiye zanîn ku ew balafira bê pîlot a artêşa Tirkiyê bûye ku li esmanê navçeyê difiriya.

Di derbarê xistina wê balafirê de, heta niha artêşa Tirkiyê ti daxuyanî nedane û ew zanyarî red an piştrast nekiriye.

Li aliyekî din, artêşa Sûriyê ragihand ku ji duh ve hêzên zêdetir li navçeyên ser bi Hesekê ve belav dike û daye xuyakirin, artêşê hêzên xwe li ser rêya navdewletî ya Heseke-Helebê zêde belav kiriye.

Artêşa Sûriyê herwiha diyar kiriye, ku hejmarek ji hêzên wê li hersê gundên Kuzliye, Um el Xêyr û Til el Leben ên li rojavayê bajarokê Til Temirê bicih bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst