Hikûmeta Sûriyê û opozisyon pêşniyarên hev red dikin

29-11-2019
RÛDAW
-
-
Nîşan Sûriye Destûra Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro gera dûyem a komîteya nivîsandina destûra Sûriyê bi dawî tê, lê herdu alî li ser acendaya civînan li hev nakin. Serokê şanda opozîsyona Sûriyê, Hadî Behra jî dibêje, şanda rejîma Sûriyê hemû pêşniyarên me red kirin û dixwaze acendayekê li derveyî karê komîteya nivîsandina destûrê bo civînê diyar bike.

Serokê şanda opozîsyona Sûriyê, Hadî Behra ragihand, şanda rêjîma Sûriyê dixwaze ecendayên civînê li derveyî karê komîteya nivîsandina destûr be.

Hadî Behra dibêje, hemû pêşniyarên wan ji aliyê şanda hikûmetê ve hatine redkirin.

Behra got: “Şanda din, şanda dezgehên îstixbaratê û serkêşê wê yê Iranî, pêşniyarên me red kir û karnameyek li dervey karê komîteya nivîsandina destûr li ser maseyê danî ku navê prensîpên niştîmanî lê kiribû, me ji şandiyê navdewletî re got, ku ev prensîp gelê Sûriyê li gor destûra Sûriyê ku gel bi xwe deng li ser dide, yan li gor dekomêtên ku komîteya destûrî pê hatibû pêk anîn, tê destnîşankirin, me pêşniyareke din pêşkêş kiribû, ew jî hate redkirin.

me pêşniyara sêyem pêşkêş kir, ew jî hatin red kirin, me pêşniyara çarem û pencem jî pêşkêş kir, lê hatin redkirin.”

Serokê şanda hikûmeta Sûriyê, Ehmed Kizberî jî ragihand, şanda opozîsyonê ji bo civînan ne ciddî ye û daxwaz kirine bê acenda civînên wan destpê bikin.

Ehmed Kizberî diyar kir: “Em heta niha weke hûn dizanin neciviyan, îro û duh me daxuyaniyên cor bi cor ên şanda Tirkiyê bihîst ku qaşo hin pêşniyar pêşkêş kirine, ev ne rast e, ji ber ku ew heman pêşniyarên berê bi guhertina naveroka wan pêşkêş dikin, lê şanda me pêşniyarên bingehîn ji bo destpêkirina civînan pêşkêş kiriye.”

Kizberî aliyê opozisyonê bi nebûna ciddiyetê û propagandayên ragihandinê tometbar dike û dibêje: “Hemû pêşniyarên şanda din xuya dike ku ew ne cidî ne, ya girîng jî ew e, di dema du rojan de me li insyatîfên cor bi cor li ser dezgehên ragihandinê dibihîst û ne bi rêya fermî, ji ber ku şanda din fêrî propagendaya ragihandinê bûye.”

Serokê şanda hikûmeta Sûriyê amaje bi wê yekê dike, ku ew ne made ne bêyî hebûna acendaya kar beşdarî civînan bibin û destnîşan dike: “Îro şanda me hejmarek ji pêşniyarên xwe pêşkêş kiriye, ya dawî jî gutûbêjkirina prensîpên niştîmanî ye , yan jî herdu şand derbasî nava holê bibin û tişta ku dibînin başe gutûbêj bikin, bi watayeke din, em bê acendaya kar derbasî hola civînê bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst