Şerê navbera HSD û DAIŞê li Hecîn û Baxozê giran bûye

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê derbarê şerê li dijî DAIŞê de li Hecîna rojhilatê Dêre Zorê ragihand, ku 14 şervanên wan li çeperên Sûse û Baxozê canê xwe ji dest dane û bi dehan şervan birîndar bûne.

 

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin, ku çekdarên DAIŞê bahoza tozbarînê li deverê ji xwe re kirine derfet û êrîşên ji nişka ve li dijî wan pêk anîne, ku hejmarek ji şervanên wan di encama wan êrîşan de canê xwe ji dest dane, lê belê tekez jî kiriye, ku şervanan êrîşên çekdarên DAIŞê şikandine û bi dehan çekdarên wê rêxistinê jî kuştine.

 

Fermandarekî HSDê di vê derbarê de dibêje: “Em li vir li hemberî DAIŞê derketine, êrîşî me kirin, çar otomobîlên tijî teqemenî teqandin, ku navbera me û wan hemû 400 an 500 metre dibû. Me bersiva wan da û ew paşve vekişiyan.”

 

Li aliyekî din çavkaniyên opozisyonê ragihandin ku zêdeyî 60 çekdarên HSDê li çeperên Sûse û Baxoz hatine kuştin, her wiha medya DAIŞê jî ragihand, ku wan zêdeyî 40 endamên hêzên Nuxbe yên HSDê li çeperên Sûse û Şehfe kuştine, û hejmarek jî dîl girtine.

 

Ji aliyê xwe ve Tora Ferat Post a xwecihî ragihand, ku çekdarên DAIŞê şeva bihorî karîne bi rêya êrîşeke ji nişka ve di bin tozbarînê û nebûna firokeyên hevpeyman de bajarokê Sûse ji destê şervanên HSDê derxînin.

 

Di vê derbarê de Fermandarê HSDê Rêdûr Xelîl ragihand, ku operasyonên HSDê li Hecînê dê bo demeke dirêj bidomin.

 

Bi nerîna Rêdûr Xelîl, hebûna tozbarînê û nebûna firokeyên hevpeyman û radaran rê dane çekdarên DAIŞê, ku êrîşên ji nişka ve li dijî wan pêk bînin.

 

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî ragihandiye, ku 14 şervanên wan li herdu eniyên Hecîn û Baxozê di encama êrîşên DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane.

 

Çend kenalên medyayî jî belav kirine, ku di vî şerê herî dawiyê de, Hevpeymaniya Navdewletî ti êrîş li dijî DAIŞê encam nedane, lewra hejmara wan şervanên HSDê yên ku jiyana xwe jidest dane, ji wê hejmara fermî zêdetir e.

 

Heta niha jî Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekê fermî ti daxuyanî derbarê rewşa herî dawî ya Hecîn û Baxozê li gundewarê Dêra Zorê nedaye.