DAIŞê li Reqayê êriş kir: 3 leşker hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê parêzgeha Reqayê ya Sûriyeyê mayineke ku DAIŞê çandibû bi otomobîleke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê de teqiya.

Di encama teqîna mayinê de 3 leşkerên Sûriyeyê mirin.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, doh li rojavayê parêzgeha Reqayê li ser rêya di navbera Eserya-Tebqeyê de mayinek bi otomobîla leşkerên Sûriyeyê de teqiya.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan da zanîn ku çekdarên DAIŞê ev mayin çandiye.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023yan ve li Badiyeya Sûriyeyê ku heft parêzgehên Sûriyeyê bi hev ve girê dide 455 kes hatine kuştin.

27 ji wan çekdarên DAIŞê ne ku ji aliyê balafirên Rûsya û hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.

268 leşker û çekdarên Sûriyeyê û 160 sivîl jî ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.