Koçberên Hecînê gazinan ji nebûna alîkariyên mirovî dikin

29-09-2018
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên bajarokê Hecîn ê ser bi parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê, gazinan ji nebûna alîkariyên mirovî dikin û pêwîstiya wan bi çareserkirina tendirustî heye.

 

Koçberekî ji Kampa Îwa ya koçberên bajarokê Hecîn û derdora wê, ji medyayê re ragihand ku rêxistinên mirovî alîkariyên pêwîst ji bo koçberan pêşkêş nakin.

 

Heman koçberî herwiha got ku DAIŞ mayinan li  ser rêyan datîne ji bo ku dernekevin û weke mertalên zindî bêne bikaranîn.

 

Bi gotina koçberê kampa navborî, tenê Encûmena Sivîl a Dêrezorê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) alîkariya wan dikin.

 

Hinek koçber jî, bi nexweşiyên giran in û pêwîstiya wan bi çareseriya tendirustî heye.

 

Bi gotina heman koçberî, li navçeyên Hecîn, Elşeife û Elsûse nêzîkî 5 hezar kesî hene, li jêr dorpêçê ne û pêwîstiya wan bi korîdorekê heye ku derkevin.

 

Kampa Îwa, ji bo koçberên navçeyên bajarokê Hecîn û derdorê ye, li rojhilatê Dêrezorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst