Amerîka bo Sûriyê: Bi 3 mercan em dê bi tevahî hêzên xwe vekişînin

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û hikûmeta Sûriyê bi şêweyekê nihênî dest bi danûstandinên du alî kirine û li gorî agahiyan, şandeke payebilind a istixbarata Amerîkayê çûye Şamê û ligel Serokê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Sûriyê Lîwa Elî Memlûk civiyaye û li ser çend xalan li hev kirine.

 

Rojnameya El Exbar a nêzîkî Hizbullaha Lubnanê di raportekê de aşkere kiriye, ku şandeke payebilind a istixbarata Amerîkayê di meha Hezîrana îsal de serdana Sûriyê kiriye û li Şam a paytexta wî welatî bi rayedarên leşkerî û istixbaratî yên hikûmeta Sûriyê re gelek hevdîtinên girîng pêk anîne.

 

Li gor wê raportê di nava şandê berpirsên payebilind ên Istixbarata Navendî ya Amerîkayê CIA û fermandeyên payebilind ên hêzên ewlehiyê yên wî welatî hebûn.

 

Di raportê de tê gotin, ew şanda amerîkî bi balafireke taybet a Îmaratî çûye Şamê û li taxa Mezzê ligel Serokê Encumena Asayîşa Sûriyê Elî Memlûk ku weke zilamê ewlehiyê yê Beşar Esed tê naskirin, civiyaye.

 

Ji aliyê Sûriyê, li kêleka Memlûk, Serokê Istixbarata Giştî ya Sûriyê Lîwa Dîb Zêtûn û Cîgirê Serokerkanê Sûriyê Lîwa Muwefeq Es’ed jî di civînê de bûne û hevdîtina navbera şanda Amerîkayê û rayedarên leşkerî û istixbaratî yên Sûriyê, 4 saetan dom kiriye.

 

Li gor rojnameya El Exbar, şanda amerîkî di hevdîtinê de gotiye bi sê mercan ew amade ne ji Sûriyê derkevin û hêzên xwe bi tevahî ji axa wî welatî û bi taybet li rojhilatê Çemê Firatê vekişînin.

 

Di raportê de amaje bi sê mercên şanda Amerîkayê hatiye kirin û hatiye gotin, ku şanda amerîkî ji rayedarên hikûmeta Sûriyê re gotiye, eger her sê merc ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve werin qebûlkirin û cîbicîkirin, ew dê bi tevahî ji axa wî welatî vekişin.

 

Li gorî zanyariyên wê rojnmaeya Lubnanî, sê mercên Amerîkayê wiha bûne: Divê hêzên Îranê û hevpeymanên wê bi tevahî ji Sûriyê derkevin, divê pişkek ji petrol û gaza kêlgehên li rojhilata çemê Firatê bo Amerîkayê be û kompaniyên amerîkî bikarin têde kar bikin, û divê hikûmeta Sûriyê zanyariyan li ser komên terorîstî yên li wî welatî bide Amerîkayê.

 

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan li hev kirine ku bi navbênkariya Îmarat û Rûsyayê pêwendî di navbera wan de berdewam bin.