Amerîkayê li Dêre Zorê hêzên Îranê mûşekbaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Amerîkayê li rojhilatê Dêre Zorê çekdarên ser bi Îranê yên rahênan dikirin mûşekbaran kir.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja Pêncşema 28ê Tîrmeha 2022an Hêzên Amerîkayê yên Hevpeymaniya Navdewletî ji binkeya xwe ya li kêlgeha el-Umer a neftê li rojhilatê Dêre Zorê çekdarên ser bi Îranê yên ku li navçeya Meamil rojavayê Dêre Zorê rahênan dikirin mûşekbaran kir.

Li gor heman çavkaniyê, şeva 26ê Tîrmeha 2022an jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li kêlgeha neftê ya Çibis a li navçeya Şedadê li başûrê Hesekeyê rahênan bi çek û teqemeniyan kirin li gel firrîna firokeyan li asmanê navçeyê û berdana bombeyên ronakdar.