HSD: Reqa bi temamî hate dorpêçkirin

Navenda Nûçeyan – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ku li bajarê Reqayê derdora çekdarên DAIŞê dorpêç kirine.

 

HSDê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku rêya ku ber bi başûr ve diçe, girtine.

 

Herwiha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye destnîşan kir, li Reqayê rêya dawî ku çekdarên DAIŞê ji wir dikaribûn birevin, hatiye girtin.

 

Berdevkê Hevpeymaniya li dijî DAIŞê Ryan Dillon jî ragihand, ku hemû rêyên başûrê Reqayê di destê HSDê de ne.

 

Herwiha Ryan Dillon got: “HSD ji çend aliyan ve, zextê li çekdarên DAIŞê ku fermandarên wan reviyane dike.”

 

Weke din Berdevkê Hevpeymaniyê eşkere kir, ku HSDê vê hefteyê li Reqa û derdora wê 20 kîlometre çargoşe, ji destê DAIŞê rizgar kiriye.

 

Li gor pêşbîniyan li Reqayê 4 hezar çekdarên DAIŞê hene.