Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên asmanî yên Îsraîlê êrişî bajarê Humsê yê Sûriyeyê kir û hêzên parastina asmanî ya Sûriyeyê jî bersiv da êrişa Îsraîlê.

Li gorî zanyariyên medyaya Sûriyeyê, hêzên asmanî yên Îsraîlê dorûberê bajarê Humsê bombebaran kir.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê Sanayê li ser êrişê eşkere kir ku hêzên parastina asmanî yên Sûriyeyê bersiva êrişa Îsraîlê daye.

Heta niha ti zanyarî li ser wî cihê hatiye bombebarankirin nîne.

Herwiha heta niha li ser zerera canî û madî ya êrişê jî ti aliyekî fermî daxuyanî belav nekiriye.

Ji dema destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê heta niha Îsraîlê bi sedan carî herêmên cuda yên Sûriyeyê bombebaran kiriye.

Îsraîl bi taybetî milîsên nêzîkî Îranê yên li Sûriyeyê bombebaran dike.