Bêwar Mistefa: Niyeta me nîne em derbasî Efrînê bibin û şerê YPGê bikin

29-05-2013
RÛDAW
A+ A-
Comerd Hemdoş

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê lîwaya Selahedîn Eyûbî ya girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê Bêwar Mistefa ragihand ku ew li dijî şerê birakujiya di navbera kurdan de ne. 

Roja şemiyê, şer û pevçûn di navbera şervanên YPG û Artêşa Azad de li navçeya Şêrawa ya Efrînê derket û Bêwar Mistefa ku niha serok hêzên Encumena Şoreşgerî ya Kurdî (KOMELE) ye, di wî şerî de birîndar bibû.

Bêwar Mistefa ji Rûdawê re got: “Em li dijî şerê birakujiyê ne, lê eger ew şer li ser me ferz bibe wê demê em amade ne parastina xwe bikin.”

Mistefa derbarê bûyerên navçeya Şêrawa ya Efrînê de got: “Destpêkê YPG fermandarekî Lîwaya Tewhîd û çend şervanên din yên Artêşa Azad kuştin, lewra şer di navbera herdu aliyan de derket.”

Mistefa diyar kir ku hêzên KOMELE ji berê de li wê navçeyê ne ku şer tê de qewimî ye, lewra şer di navbra KOMELE û YPGê de jî derket.

Fermandarê Lîwaya Selahedîn tekez kir ku ew weke hêzên KOMELE naxwazin şerê YPG bikin, ji ber ku şerê wan li dijî rejîmê ye.

Mistefa tekez kir ku niha niyeta wan nîne derbarsî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bibin.

Bêwar Mistefa herwiha got: “Em niha hewl didin agirbest pêk were, ji ber ku şervanên YPG birayê me ne û ew fermana jor xwe bi cî dikin. Lê divê YPG dûrî şerê li herdu gundên Nubil û El-Zehraa bikeve.”

Welatiyên gundên Nubil û El-Zehraa erebên şîa yên alîgirên rejîma Beşar Esed in, dikeve nêzîk navçeya Şêrawa ya Efrînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst