Rûsya dê Bendera Tertûs 49 salan bikar bîne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastinê yê hikûmeta Sûriyê da xuyakirin,ku di van 49 salên ku dê Rûsya Bendera Tertûsê bikar bîne, dê %25 ji dahatan ji hikûmeta Sûriyê re be, ku sal bi sal, 84 milyon dolar bigihê Şamê.

 

Piştî îmzekirina rêkeftineke di navbera Şamê û Moskowê de, Rûsya dest bi rêvebirina Bendera Terûrsê kiriye û ev rewş dê heya 49 salan berdewam bike.

 

Di derbarê wê yekê de, Wezîrê Veguhastinê yê hikûmeta Sûriyê, Elî Hemûd da xuyakirin, ku ev projeyeke stratejîk e û dê bibe bingeh ji bo nûavakirina Sûriyê.

 

Hemûd ev yek jî anî ziman, ku di dema birêvebirina hikûmeta Sûriyê ji wê benderê re, salane dahatên wê bendera 24 milyon dolar bûn, lê niha ji ber ku wê bi awayekî gelekî aktîv û pêşketî, ji aliyê Moskowê ve were birêvebirin, dê salane 84 milyon dolar para hikûmeta Sûriyê be ji dahatên Bendera Tertûsê, ew jî li gorî wê rêkeftina ku di navbera herdû aliyan de hatiye îmzekirine.