Rejîm û Cebhet el-Nusra li Helebê li hev kirin

29-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Cebhet el-Nusra ku şaxê rêxistina Qaîde li Sûriyê ye, daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku ewê elektrîkê li bajarê Helebê vegerîne.

Di daxuyaniya Cebhet el-Nusra de hatiye gotin ku “ji bo dawîanîna zehmetiya jiyana xelkê, wê biryar daye ku elektrîkê li bajarê Helebê vegerîne”.

El-Nusra hoşdarî da rejîmê ku divê ew pêgirê erkên xwe be û bombebarankirina deverên ku sivîl lê hene bi bermîlên bombekirî rawestîne.

“Destpêşxeriya Xelkên Helebê” ku weke navbeynkar di navbera rejîmê û opozîsyonê de tev digere, di daxuyaniyekê de ragihand ku wê ev rêkeftin di navbera her du aliyan de pêk aniye û li gor wê, Cebhet el-Nusra dê elektrîkê li Helebê vegerîne û rejîm dê bombebarankirina taxên bajêr rawestîne.

Bajarê Helebê duyemîn bajarê mezine li Sûriyê û di navbera hêzên rejîmê û opzisyonê de dabeşkirî ye.

Bajarê Helebê li bakurê Sûriyê dikeve û ji destpêka sala 2014an ve bê rawestan rastî bombebarankirina bi bermîlên bombekirî tê û Cebhet el-Nusra ku wêzgeha sereke ya elektrîkê kontrol dike ji 10 rojan ve elektrîk li ser tevahiya bajar û derdora wî qut kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst