Îsraîlê dîsa êrişî Şamê kir: Kuştî û birîndar hene

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sûriye Îsraîl Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê êrişî çend xalên li başûrê Şama paytexta Sûriyeyê kir û di encama êrişê de kuştî û birîndar hene.

Medyaya Îranê jî ragihand ku di êrişê de navendeke şêwirmendiyê ya Îranê hatiye armancgirtin.

Artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, Îsraîlê saet 13:00an çend mûşek ji bilindahiyên Colanê avêtine navçeyên başûrê Şamê.

Herwiha di daxuyaniyê de har ragihandin ku di êrişê de çend sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.

Rayedarên Îsraîlê jî heta niha li ser êrişê de ti daxuyanî nedane.

Li aliyê din Balyozê Îranê yê Şamê Huseyîn Ekberî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyanî da.

Ekberî got, “Ti navendeke şêwirmendiyê ya Komara Îslamî ya Îranê li Şamê nehatiye armancgirtin. Ti welatiyekî Îranê şehîd neketiye.”

Ajansa Fermî ya Sûriyeyê SANAyê jî piştî demekê nûçeya ku di êrişê de şêwirmendên leşkerî yên Îranê hatine kuştin ji malpera xwe rakir.

SOHR: 7 kes hatin kuştin

Herwiha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişa Îsraîlê de 7 kes hatine kuştin ku di nav wan de çekdarên alîgirên Îranê jî hene.

Li gorî ajansa nûçeya a AFPyê, Rêveberê SOHRê Adil Ebdulrehman got, “Di êrişên Îsraîlê de baregeheke Hizbulahê û Sûpaya Pasdaran a Îranê bûye hedef.

7 kes hatin kuştin ku di nav wan de çekdarên alîgirên Îranê jî hene.”

“Efserekî supaya pasdaran hat kuştin”

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê, santraleke ku çend çekdarên Hizbulahê û komên din ên nêzîkî Îranê tê de bûn hatiye armancgirtin.

Çavkaniyên xwecihî herwiha dibêjin ku “di êrişê de 7 kes hatin kuştin ku 4 ji wan Sûriyeyî bûne, yek jî efserekî Sûpaya Pasdaran a Îranê bûyê” lê nasnameyên yên din nehatine eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst