Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeya grûp û çekdarên cîhadîst ên biyanî yên li Sûriyeyê, yek ji dosyeyên herî zehmet e ku rûbirûyê wî welatê dibe.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir.
Di nav HTŞyê de gelek grûp û çekdarên biyanî hene ku di lîsteyên terorî de ne.
Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, ji xeynî DAIŞê 9 grûpên cîhadîst li ser xaka Sûriyeyê hene.
Hinek grûp hene ku tevî malbatên xwe li li Sûriyeyê bi cîh bûne.
Her wiha 5 hezar çekdarên van grûpan ji welatên cuda hene.
Partiya Îslamî ya Turkistanî grûpa herî mezin e û 3 hezar û 500 çekdarên wê grûpê hene.
Grûpa Huras el-Dîn, wate pasevanên Olê, 1500 çekdarên wê rêxistinê hebûn.
Tevgera Mihacirên Sûneyên Îranê ku Kurd jî di nav wan de hene 150 çekdarên wê Tevgerê hene.
Çekdarekî Daxistanî ku gihiştiye Şamê nerazîbûna xwe ji daxwazên derkirina cîhadiyên biyanî nîşan dide.
Çekdarê Cîhadîst ê ji Daxistanê got, "Ez li Şamê bi dergehvanê otêlê re diaxivîm. Kesek li ber deriyê otêlê rûniştîbû, ji wî weye ez ji Îdlibê me.
Ji min pirsî, hûn dê kengî muhacirên Efxanî û Pakistanî dersînor bikin?
Min lê temaşe kir û got: Ez Daxistanî me, êdî serê xwe berda ber xwe û bêdeng ma. Ez jî bêdeng mam.
Ev çi pirs e? Ez dîsa bi dergehvan re axivîm, êdî wî gote min: Ew kesê Pakistanî, mirovekî rêzdar bû û bi rewişt bû.
Li vir, min ji xwe pirsî: Baş e, çima? Çima te pêşî got, kengî hûnê wan dersînor bikin û paşê tu dibêjî ew rêzdar in? Tu dixwazî kî li Sûriyeyê bijî?"
Fermandarê Desteya Tehrîr el-Şamê Ebû Mihemed el-Colanî derbarê van grûp û çekdarên cîhadîstên ku ji gelek welatan çûne Sûriyeyê gotibû ku ew hêjayî xelatkirinê ne.
Colanî amaje bi wê yekê kiribû ku dibe regeznameya Sûriyeyê wergirin û tevlî civaka Sûriyeyê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse