Hevpeymanî rê nade artêşên Tirkiye û Sûriyê derbasî Minbicê bibin

28-12-2018
RÛDAW
Nîşan Sûriye Minbic Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Çend hêzên ciyawaz dixwazin derbasî nav bajarê Minbicê bibin, lê Hevpeymaniya Navdewletî rê nade wan.

 

Her çiqas Fermandarê Giştî yê Artêşa Sûriyê îro berî nîvro ragihand ku çend yekeyên wan derbasî nav Minbicê bûne û ala Sûriyê li wir bilind kirine, lê şanderê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Minbicê ragihand ku hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê li rojavayê Minbicê ne û hêzên ku bi navê opozisyona Sûriyê têne nasîn jî, li bakurê Minbicê ne.

 

Şanderê Rûdawê yê li Minbicê amaje bi wê yekê jî kir, ku hejmara wan çekdarên opozisyona Sûriyê ku li derveyî Minbicê ne, nêzîkî 8 hezar kes in û dibe ku di her demekê de hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê derbasî nav bajarê Minbicê bibin.

 

Li gor zanyariyên şanderê Rûdawê yê li Minbicê, heta niha Hevpeymaniya Navdewletî li nav bajêr in û nahêlin ne artêşa Tirkiyê, ne hêzên opozisyon û ne jî hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê derbasî nav Minbicê bibin.

 

Îro Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji hêzên çekdarî yên Sûriyê daxwaz kir ku bi erkê xwe rabin û sînorê bajarê Minbicê ji gefên Tirkiyê biparêzin.

 

Di daxuyaniya YPGê de hatibû diyarkirin ku "em ji dewleta Sûriyê daxwaz dikin ku ji aliyê ax, gel û sînor ve ser bi Sûriyê ne û hêzên çekdar bişîne ji bo parastina devera Minbicê li hember gefên Tirkiyê".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst