Birîndar û çekdarên dijbereyê bo Libnan û Tirkiyê tên veguhastin

28-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Birîndarên dijbereya Sûriyê ji bajarokê Zebedanî yê nêzîkî Şamê ber bi Libnan û Tirkiyê ve têne veguhastin. Ji aliyê din ve, rê li ber derbaskirina alîkariyan bo herdu bajarokên elewiyan li Idlibê tê vekirin.

Bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, rêkeftineke nû di navbera Hikûmeta Sûriyê û hêzên çekdar ên dijbereyê de hatiye kirin û ew rêkeftin tê bicihkirin.

Li gora vê rêkeftinê wê birîndarên aliyê çekdar ên dijbereya Sûriyê li devera Zebedanî ya ku ji aliyê hêzên Artêşa Sûriyê û çekdarên Hizbullaha Libnanî ve dorpêç kiriye, di riya deriyê sînorî yê navbera Sûriyê û Libnanê bo balafirxaneya Beyrûtê bêne veguhastin û piştre wê ji wir bo Tirkiyê bêne şandin, da ku ji Tirkiyê derbasî parêzgeha Idlibê bibin.

Li hemberî vê jî wê aliyên çekdar ên dijbereyê rê li ber derbaskirina alîkariyan bo herdu bajarokê Fûia û Kefreya li parêzgeha Idlibê vekin ku ev demeke ji aliyê çekdarên dijbereyê ve hatine dorpêçkirin û piraniya xelkê wan herdu bajarokan elewî ne.

Zebedanê xelkê wê sunî ne û nava bajêr di destê hêzên dijbereyê (yên sunî) de ye. Lê niha di bin dorpêça hêzên Sûriyê de ye û xelk kêm tê de mane.

Fûia û Kefreya xelkê wê elewî ne û nava bajêr di destê hêzên Sûriyê (yên elweî) de ne, lê niha di bin dorpêça hêzên Sûriyê de ye. Biryar e li gorî vê rêkeftinê, 300 malbat ji wir derkevin û biçin Tirkiyê û ji wir bo Libnanê û piştre bo Sûriyê bên veguhestin.

Hikûmeta Sûriyê Dibêje, emê wan 300 malbatan li Zebedanî li çûna suniyan bicih bikin, lê hêzên dijbereyê razî nabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst