Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Helebê şerê di navbera Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) û Hikûmeta Sûriyeyê bi dijwarî berdewam dike û şer gihiştiye deriyên bajêr.
Operasyona Rûbirûbûna Dijminkariyê (Redh Eludwan) a Heyeta Tehrîr El Şam ya li dijî hêzên Sûriyeyê bi di roja çarem de ye.
LI rojhilatê Idlibê û rojavayê Helebê pevçûnên dijwar rû didin.
Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê dibêjin ew ber bi bajarê Helebê ve pêşve diçin û tenê du kîlometre mane bigihên bajêr.
“Çend tankên rejimê û milîsên Îranê hatine kontrolkirin”
Şêniyekî herêmê yê bi navê Mihemed Belaas li ser pevçûnan wiha got:
Grûpên Odeya el-Fetih el-Mubîn operasyona (Redh el-Udwan-Rûbirûbûna Dijminkariyê) ragihandine. Armanca operasyonê şikandina planên dijmin e.
Li dijî milîsên ser bi hikûmetê ve operasyon tên kirin û di encamê jî de gelek pêgehên dijmin hatin kontrolkirin û çend tankên rejîmê û yên milîsên Îranê hatine desteserkirin.
Operasyon û şer û pevçûn berdewam in, di heman demê de firokeyên Rûsya û yên rejîmê çeperên şer û bajarê Idlibê bombebaran kirin.”
Odeya el-Feth el-Mubîn ku ji Desteya Tehrîr el-Şam, Eniya Niştîmanî bo Rizgarkirinê, Artêşa el-Izze û Artêşa Nesir ên muxalefeta Sûriyeyê pêk hatiye di operasyona Rûbirûbûna Dijminkariyê de başdar in.
“Bila ciwan bêne tevlî şer bibin”
Çekdarê Heyet Tehrîr El Şamê yê bi navê Ebû Mihemed TilMinis jî li ser şer wiha got:
“Ev pênc sal in ez koçber im, spas ji Xwedê re derfet da me ku em şer bikin û erdê xwe ji destê rejîma tawankar rizgar bikin.
Înşelah di şerê xwe de em dê berdewam bin, em ji ciwanên li malê dixwazin bên tevlî şer bibin.”
Li gorî Odeya operasyona el-Fetih el-Mubîn a operasyona Rûbirûbûna Dijminkariyê wan heta niha li rojhilatê Idlib û rojavayê Helebê 33 gund, bajarok û pêgehên serbazî kontrol kirin.
Rêya di navbera Heleb û Şamê kontrol kirine, nêzîkî 200 serbaz û çekdarên hikûmetê û milîsên Îranê kuştine û 20 serbaz û çekdar desteser kirine.
Her wiha ji ber pevçûnan jî pêleke koçberiyê li herêmê dest pê kiriye û rê hatiye girtin da ku herêmê ji mayin û bermahiyên şer bê paqijkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse