DAIŞê li Himsê êriş kir: Kuştî û birîndar hene

28-11-2023
Nîşan Hims DAIŞ Êriş Leşkerên Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Himsê êrişî leşkerên Sûriyeyê kir.

Di şer û pevçûnên li vê derê de çekdarekî DAIŞê û 2 leşkerên Hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin.

Li gorî ragihandina artêşa Sûriyeyê, ev êriş li derdora bajarokê Şemsînê yê li rojhilatê parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê pêk hat.

Çekdarên DAIŞê êrişî baregehê Firqeya 26an a artêşa Sûriyeyê kir û li vê derê şer rû da. 

Li gorî heman çavkaniyê, artêşa Sûriyeyê û grûpên nêzîkî Îranê di du rojên dawiyê de bi çekdarên DAIŞê re şer kiriye.

Di van du rojan de zêdeyî 40 leşker û çekdarên alîgir hatine kuştin an birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst