Esed: Terorîst dê li gor yasayên Sûrî bên sizadan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar el-Esed, ragihand ku terorîstên di zindanên HSDê de wê li gor yasayên Sûriyê bên dadgehkirin.
Di hevpeyvînekê de ligel Kovara Paris Match a Fransî, Esed ragihand ku her terorîstekî li ser xaka ku hikûmeta Sûriyê kontrol dike wê li gor yasaya Sûrî bên dadgehkirin.
Esed di bersiva pirsa, “Niha we rêkeftineke serbazî li gel YPG îmza kiriye, eger we rêkeftineke siyasî îmza kir û we bakurê Sûriyê kontrol kir, hûn dê çi bikin ji 400 cîhadiyên Fransî ku di zindanê Kurdan de ne?” diyar kir, “Ew dê li dadgehên taybet bi terorê bên dadgehkirin.
Esed rexne li helwesta welatên rojavayî girt û got, Fransa, Brîtanya û Amerîka bi navê sernavê piştevaniya Kurdan ku beşek in ji gelê Sûriyê û ne gelekî serbixwe ne yasaya navdewletî binpê dikin