Şanda hikûmeta Sûriyê: Divê civîn bê ajanda dest pê bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şanda hikûmeta Sûriyê li Cinêvê Ehmed Kizberî ragihand, ku şanda opozîsyonê ji bo civînan ne cidî ye û daxwaz kirine bê ajanda civînên wan destpê bikin.

Ehmed Kizberî tekez kir ku ew heta niha ne civiyane û got, “îro û duh me daxuyaniyên cur bi cur yên şanda Tirkiyê bihîst ku qaşo hin pêşniyar pêşkêş kirine, ev ne raste, ji ber ku ew heman pêşniyarên berê bi guhertina naveroka wan pêşkêş dikin, lê şanda me pêşniyarên bingehîn ji bo destpêkirina civînan pêşkêş kiriye.”

Serokê Şanda hikûmeta Sûriyê got, “Hemû pêşniyarên şanda din xuya dike ku ew ne cidî ne” û ragihand, “Ya girîng jî ew e, di dema du rojan de me li însiyatîvên cur bi cur li ser dezgehên ragihandinê dibihîst û ne bi rêya fermî, ji ber ku şanda din fêrî propagendaya ragihandinê bûye.

Wî berpirsê hikûmeta Sûriyê diyar kir ku wan hejmareke pêşniyan pêşkêş kirine û diyar kir, “Ya dawî jî gotûbêjkirina prensîpên niştîmanî ye , yan jî herdu şand derbasî nava holê bibe û tişta ku dibîne başe gutûbêj bike, bi watayeke din, em  bê ajandaya kar derbasî hola civînê bibin.