Ceyş El-Îslam: Em amade ne li dijî YPGê şer bikin

28-09-2018
RÛDAW
Ceyş El-Îslam amadebûna xwe bo şerê li dijî YPGê ragihand
Ceyş El-Îslam amadebûna xwe bo şerê li dijî YPGê ragihand
Nîşan Ceyş El-Îslam YPG Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê aliyekî çekdar ê opozisyona Sûriyê, ku ji Xûteya Rojhilat hatibû derxistin, amadebûna xwe bo şerê li dijî YPGê ragihand.

 

Hêza bi navê Ceyş El-Îslam ku berê desthilatdar bû li beşekî Xûteya Rojhilat li gundewarê Şamê, niha piraniya çekdarên vê grûpê tevî malbatên xwe li nêzîkî bajarê Babê li ser sînorê Tirkiyê hatine bicihkirin.

 

Fermandarê Ceyş El-Îslam Îsam Biwêdanî ragihand ku niha Tirkiye piştevaniya wan dike û ew jinû ve xwe ava dikin.

 

Îsam Biwêdanî got ku ew amade ne şerê hêzên hikûmeta Sûriyê û şerê YPGê jî bikin û got: “Niha piraniya hêzên opozisyonê li cihekî hatine komkirin û ev yek jî dihêle ku hêza wan zêdetir bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst