Cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê, Miqdad: Li Sûriyê teror heye nek şoreş

 

Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand ku dijminên Sûriyê ji hespên xwe peya bûn û çekên xwe hilgirtin ji bo şerê terorê.

 

Miqdad di gotarekê de ku li ser malpera erebî ya bi navê al-binaayê ya nêzîkî rêjîma Sûriyê hatiye belavkirin, diyar kir ku bêhitr ji 3 salan dijminên Sûriyê hewl didan vî welatî wêran bikin.

 

Li gorî Miqdad, armanca wan pêkanîna berjewendiyên Îsraîlê û serdestiya wê li ser herêmê ye lê vê carê zanîn ku derew û xapandinên wan bêhûde ne di warê komkirina dengên dengderan de li Amerîka, Brîtanya yan Fransayê.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir ku, “Bêhtir ji 3 salane Sûriye bi şev û rojê tîne ziman ku ew şerê terorê dike” lê dengê wê nedihat bihîstin.

 

Feysel Miqdad herwiha got ku, “Şamê ji wan re got ku ev ne şoreş bû. Bûyerên wê jî nûneratiya gelê Sûriyê nakin.”

 

Ji aliyekî din ve jî Miqdad wiha got: “Pêwîstiya Dewletên Kendavê, ku kuştin û serjêkirinê li Sûriyê gur dikin, bi şoreşekê heye.”

 

Miqdad Li ser wê yekê teqez kir ku Sûriye şerê DAIŞ, Bereya el-Nusre, Artêşa Azad û hemû rêxistinên terorî yên din dike, ku dewletên Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter, Fransa, Brîtanya û yên din çek û pereyan radestî wan dikin ji bo têkbirina Sûriyê.

 

Lê, weke ku Miqdad di gotara xwe de behs kiriye, Sûriye hevahengiyê ligel hevalên xwe dike, bi taybetî ligel Bexda, Tehran, Mosko û çend dewletên din dike, ku ew jî alîkarin pê re di şerê wê yê li dijî terorê de.