IDLIB - Tirkiyeyê rojnameger girtin: ‘Di bin şkenceyê de ne!’

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idlibê ya bakurrojavayê Sûriyeyê, roja Sêşemê hejmarek çalakvanên sivîl û medyakaran xwepêşandanek kir.

Sedema wê xwepêşandanê ew e ku du rojnamegerên bi navên Bekir Qasim û Kerem Kiliyê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve hatine girtin.

Rojnameger Yasmîn Ermûşê li ser xwepêşandanê got:

“Em çalakvan û rojnameger ên li bakurê Sûriyeyê, îro derketine xwepêşandanekê da ku em ji desthilatên Tirkiyeyê re bidin xuyakirin ku em bi wan rojnamegerên bi zorê têne windakirin re ne.

Em ji desthilata Tirkiyeyê û ji desthilata xwecihî dixwazin ku berpirsyariyê bigirin ser milê xwe.

Em derbarê berdana her du rojnamegeran û hin rojnamegerên din ên girtî jî desthilatên navneteweyî berpirsyar dibînin ku divê rojnamegeran û mafên wan biparêzin.”

Beşdarên xwepêşandanê wêneyên Bekir Qasim û Kerem Kiliyê rakirin û daxwaza berdana wan kir.

“Hin kes ji wan di bin şkenceyê de ne”

Serokê Hevbendiya Medyakarên Sûriyeyê Omer Hac Ehmed jî anî ziman:

“Îro em nêzîkî Roja Navneteweyî ya Girtiyan in lê mixabin desthilata defakto hinek hevkarên me yên rojnameger girtin.

Di nav wan de rojnameger Bekir Qasim û hevjîna wî, her wiha berê jî hevkarê me Kerem Kiliyê û bi dehan hevkarên me yên din hene.

Niha em ji desthilatan dixwazin ku van rojnamegeran berdin û sedemên girtina wan û rewşa wan a tenduristiyê eşkere bikin.

Ji ber ku hin zanyarî li cem me hene ku hin kes ji wan di bin şkenceyê de ne û binpêkirinên mezin di derheqê wan de tên kirin. Mixabin heta niha ti bersiv li ser vê yekê nînin.”

Li gorî zanyariyan, Bekir Qasimê ku tevî hevjîna xwe li bajarê El-Babê hatibû girtin bi hinek ajansên navneteweyî re dixebite.

Piştî girtina wan bi du saetan hevjîna wî hat berdan.

Sernivîsera Ajansa France Pressê Sophie Huetê di daxuyaniyekê de xwest ku peymanêrê wan Bekir Qasim were berdan û vegere ser karê xwe.

Heta niha Hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyeyê li ser mijarê ti daxuyanî nedane.