Bavê zarokê bê dest û ling: Nikarim şîr bo wî dabîn bikim

28-08-2020
RÛDAW
 Mihemed ji zikmakî ve dest û lingên wî nînin (Wêne: AA)
Mihemed ji zikmakî ve dest û lingên wî nînin (Wêne: AA)
Nîşan Idlib Zarok Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî 14 mehî li Idlîba Sûriyê ji ber nebûna dest û ling di rewşeke zehmet de ye û bavê wî jî dibêje, ti karek nîne ku bike û ji ber wê yekê nikare şîr û derman bo dabîn bike.

Zarokê bi navê Mihemed ji zikmakî ve dest û lingên wî nînin û temenê wî 14 meh e û niha ew û malbata wî çaverêyî alîkariyê ne.

Mihemed li gel malbata xwe li kampeke penaberan di nav koneke dijî û di rewşeke gelek xirap de ye. Bavê Mihemed dibêje, kurê wî bêyî dest û ling ji dayîk bûye û ji ber hindê berdewam pêwîstî bi çavdêriyê heye.

Li gor gotina bavê wî, divê Mihemed piraniya demê di himbêza kesekî de be û dayik û bavê Mihemed dibêjin, ew gelek bi zehmetî pêdawîstiyên zarokê xwe bi dest dixin.

Bavê Mihemed ji ber şerê navxwe yê Sûriyê birîndar bûye û nikare bi başî bimeşe û ew dibêje, ji dema birîndarbûnê ve nekariye ti karekî peyda bike bo ku debara jiyana malbata dabîn bike û niha jî gelek bi zehmetî şîr bo Mihemed dabîn dikin.

Parêzgeha Idlibê ku beşek li jêr kontrola grûpên çekdar ên nêzîk li Tirkiyê û beşek jî li jêr kontrola Hikûmeta Sûriyê de ye, berdewam şer û pevçûn û alozî tê de rû didin û hevşêweyê bajarên din ên Sûriyê û Rojava hejmareke zêde ya xelkê koçber bûne û di kampan de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst