SÛRIYE - Li wî bajarî Mesîhî neman

Îdlib (Rûdaw) – Mesîhiyên bajarê Idlib a Sûriyê weke pêkhateyên din ên li Sûriyê di bin metrisiya man û nemanê de ne.

 

Piraniya xelkê Mesîhî yê bajarê Idlibê koçê derveyî axa Sûriyê bûne û tenê kesên pîr û kal mane.

 

Ji bilî toz û xweliyê ti tiştek din li ser kursiyên li dêrên bajarê Idlibê nemaye. Bajarê Idlibê ji ber şer û pevçûnan bi temamî wêran bûye.

 

Ev bajarê kevnar ku herdem weke navendek giring ê olên cuda û xwedaperestiyê hatiye dîtin, niha ji rengê xwe yê caran dûr e.

 

Mesîhiyê Idlibê yê bi navê Ebû Mazn yek ji wan kesan e ku cihê bav û kalên xwe bicîh nehêlaye.

 

Ew dibêje, “Hezkirina min a ji bajar û welatê xwe, nehişt ku ji vir herim. Em bi hezaran kes bûn. Lê niha tenê 10 kes mane û ew jî mirovên bi temen in. Jin û zarokên me jî koç kirin. Hêviya min ew e ku aramî carek din vegere welatê min.”

 

Çekdarekê dijbereya Sûriyê jî dibêje ku wan bajêr ji destê rejîmê rizgar kiriye lê ti zirar nedaye dêr, perestgeh û Mesîhiyan.

 

Navborî dibêje, “Firokeyên Rûsyayê kilîse û dêrên Idlibê hilweşandine.”