Tirkiye penaberan dersînor dike!

28-07-2023
RÛDAW
Nîşan Koçberên Sûriyeyî Dersînorkirin Deriyê Bab El-Hewa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê 120 penaberên Sûriyeyî bi rêya deriyê sînorî yê Bab El-Hawayê vegerandin parêzgeha Idlibê ya li bakurrojavayê Sûriyeyê.

Di nav 120 penaberên ku hatine dersînorkirin de jin û zarok jî hene. 

Li gorî nûçeya Ajansan a North Pressê ev 120 penaber ji aliyê Tirkiyeyê ve doh hatine dersînorkirin.

Herwiha ajansê da zanîn ku di nav penaberên hatine dersînorkirin de 45 jin û zarokên wan hene.

Ajansê li ser li ser helwesta Tirkiyeyê ya li beramberî penaberan ragihand, “Rayedarên Tirkiyeyê destûr nedaye ku yên dersînorkirî malbatên xwe agahdar bikin.”

Tirkiyeyê di nava vê hefteyê de, zêdetirî hezar koçberên Sûriyeyî ku piraniya jin û zarok in bi rêya deriyên Bab E-Hewa, Bab el-Selam û Girê Spiyê dersînor kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst