Li Mizgefta Umewî ya Şamê nimêja Cejna Qurbanê qelebalix bû

28-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Mizgefta Umewî ya Şamê nimêja Cejna Qurbanê qelebalix bû
Li Mizgefta Umewî ya Şamê nimêja Cejna Qurbanê qelebalix bû
Nîşan Mizgefta Umewî Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mizgefta Umewî ya Şam a paytexta Sûriyê, beşeke xelkê beşdarî nimêja Cejna Qurbanê bûn û cejna hev pîroz kirin.

Li aliyekî din li yarîgeha parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê ku li jêr destê opozisyonê ye, koçber û nişteciyên wan navçeyan, cejnê pîroz dikin. Hin kesên ku di erdheja 6ê Sibatê de kesûkarên xwe jidest dan, di yekemîn roja cejnê de serdana gorên wan dikin.

Welatiyê Sûrî Mehmûd Nehlawî anî ziman, “Ev duyem cejn e em derbas dikin, piştî jidestdana wan. Hestine nayên şîrovekirin. Em pê re rahatibûn, di cejnê de jin, zarok û hemû em derketibana bazar, park û seyrangehan, em dibûne hevbeşên ken û şahiyê. Lê aniha ji bilî bîranîna gorên ku em serdana wan dikin û cejn pê re derbas dikin nîne.”

Li bajarokê Binniş ê ser bi Idlibê ve jî zarok şahiya cejnê dikin. Dîsa jî kesûkarên qurbaniyên erdhejê cejna xwe bi bê endamên malbata xwe derbas dikin.

Koçberekî Helebî yê li Idlibê Fadî Helebî got, “Ez bi tena xwe vê cejnê dikim. Bêyî malbata xwe ku min ew di erdheja vê dawiyê de ji dest dan. Cejn bi êş û xemgînî derbas dibe lê dîsa jî rê ji bişirînê re heye, ji ber ku dema cejnê bi bîra xwe tînim, kesûkarên xwe, kenê wan û wan kêlîkên ku ti carê ez ji bîr nakim, bi bîra xwe tînim.”

Bi dirêjiya bêhtirî 12 sal û 3 mehan, bi sedema aloziya krîza Sûriyê di hemû waran de û zehmetiyên jiyanê welatiyên Sûriyê hêvî dikin rewşa welatê wan baştir bibe ji bo weke berê hest bi xweşî û şahiya cejnê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir / Wêne: Arşîv

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir

Hêzên asmanî yên Îsraîlê êrişî bajarê Humsê yê Sûriyeyê kir û hêzên parastina asmanî ya Sûriyeyê jî bersiv da êrişa Îsraîlê