Hêzên Amerîkayê li Idlibê fermandarekî el Qaide kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîka li devera parêzgeha Idlibê ya Sûriyê fermandarekî grûpa Hurrase-Dîn bi êrşeke esmanî kuşt.

Artêşa Amerîka di daxuyaniyekê de ragihandiye, li parêzgeha Idliba Sûriyê wan di êrişeke asmanî de fermandarekî pile bilind yê grûpa tundrew a Hurras el-Dîn kuşt. Hurrase-Din hevpeymana rêkxistina El Qaide ye.

Li gor heman daxuyaniyê, Ebû Hemze Yemanî, fermandarê diyar yê Grûpa Hurras el-Dîn dema ku bi tenê li ser motorsîklekî bûye hatiye armanckirin. Artêşa Amerîka dibêje: “Ti kesekî sivîl neketiye ber wê êrîşê.”

Berevaniya Şaristanî ya Sûriyê jî ku rêkxistineke mirovî ye, ragihandiye, kesek li ser motorsîklekê bi dû mûşekan hatiye armanckirin û termê wî jî ji bo pizîşka dadê li Idlibê hatiye şandin.

Li gor daxuyaniya Artêşa Amerîka, kuştina wî fermandarê Hurras el-Dîn wê şiyanên Qaide yên encamdana êrîşan li dijî welatiyên Amerîka û hevbeşên wê û sivîlan li cîhanê lawaz bike.