Spanyayê dewleta Filistînê bi fermî nas kir

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Spanya Filistîn Naskirin Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Spanyayê ragihand ku wan bi fermî dewleta Filistînê nas kiriye.

Spanya, Îrlanda û Norweçê berê ragihandibûn ku ew dê dewleta Filistînê bi awayî fermî nas bikin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser naskirina dewleta Filistînê got:

Spanya dewleteke Filistînê ya ku ji Kerta Xezeyê û Şerîaya Rojava pêk tê û paytexta wê Qudsa Rojhilat e, nas dike.

Heta ku ji aliyê hemû aliyan ve neyê qebûlkirin em dê ti guherîneke sînorên 1967an nas nekin.”

Serokwezîr Sanchez tekez ku naskirina dewleta Filistînê ji bo aştiya Rojhilata Navîn gavekî girîng e.

Heriwha Sanchez got ku hikûmeta wî bi fermî amade ye ku bi Îrlanda û Norwecê re vî gavî bavêje.

Sanchez wiha pê de çû, “Eger em hemû dixwazin bigihîjin aştiyê, naskirina dewleta Filistînê pêdiviyeke bingehîn e.”

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez pêştir di axavtina xwe ya li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Spanyayê de ragihandibû ku ew dê 28 Gulanê bi awayekî fermî Dewleta Spanyayê nas bikin.

Piştî ku Îrlanda û Norweçê ragihand ku ew dê dewleta Filistînê nas bikin, Îsraîlê bangî balyozên xwe yên li wan welatan kir ku vegerin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst