Êrîşekî çekdarî li dijî berpirsên Partiya Paşerojê ya Sûriyê hat kirin

28-05-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye Partiya Paşerojê ya Sûriyê Hezîfa El Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêra Zorê êrîşeke çekdarî li dijî berpirsên Partiya Paşerojê ya Sûriyê hat encamdan û di wê êrîşê de serokê wê partiyê yê herêma rojhilatê Dêra Zorê bi giranî birîndar bû.

Li Dêra Zorê çend kesên nenas li xaçerêya Etal a girêdayî bajarokê Şilelê, êrîşî berpirsên Partiya Paşerojê ya Sûriyê kirin û serokê wê partiyê Hezîfa El Ehmed bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan, wan kesên nenas hewl dane Serokê Partiya Paşerojê ya Sûriyê li Rojhilatê Dêrazorê Hezîfa El Ehmed bikujin.

Hewldana kuştinê bi guleyan li çerxerêya Etal a bajarokê Şilelê pêk hat. El Ehmed ji zikê xwe birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê tê çareserkirin û di bin çavdêriya tund a pizîşkî de ye.

Di derbarê wê êrîşê û encamderan de lêkolîn tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst