Şervanên opozîsyona Sûriyê fermanderekî Îranê serjêkirin

28-05-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Şervanên opozîsyona Sûriyê fermandarekî hêzên Pasdarên Îranê ku li Sûriyê şer dikir girtin û serjêkirin.

Ebdella Iskenderî ku yek ji fermandarên hêzên pasdarên Îranê ye û li kêleka rejîmê li Sûrya şer dikir, li ser destê şervanên opozîsyona Sûriyê hat serjêkirin.

Tevî ku Îran gelek caran digot ku ew serbazên xwe naşîne Sûriyê ji bo şer û piştevaniya wê ji rejîma Esed re tenê bi riya şandina alîkariyên locistîk û şîretkarî ye, lê hinek malperên ser bi îstixbarat û artêşa Îranê ve, nûçeya kuştina Iskenderî belav kirin û kuştina wî zelal dike ku serbazên Îran li Sûriyê li kêleka hêzên Esed şerê hêzên opozîsyonê dikin.

Herwiha malpera Reca News got ku, Iskenderî yek ji fermandarên hêza bejayî yên pasdarên Îranê bû û serokê berê yê dezgeha Şehîd bû li başûrê Îran.

Ji aliyê xwe, malperên opozîsyona Sûriyê wêneyên şervanekî opozîsyonê belav kirin ku têde rahiştiye serê Iskenderî piştî ku ew bi temamî serjêkirye.

Berî demekê jî Hisên Hemedanî ku fermandarekî bilinde di hêzên pasdarên Îranê de eşkere kir bû ku, wan 42 lîwa û 138 ketîbe ji bo piştevaniya Esed amade kirne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst