Li Idlibê ziyandîtiyên erdhejê Remezaneke zehmet derbas dikin

28-03-2023
Loloxan
Li Idlibê ziyandîtiyên erdhejê Remezaneke zehmet derbas dikin
Li Idlibê ziyandîtiyên erdhejê Remezaneke zehmet derbas dikin
Nîşan Idlib Meha Remezanê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Idlibê ya bakûrê Rojavayê Sûriyê, ku di bin kontrola çekdarên Heyet Tehrîr El Şam de ye, zerardîtiyên erdheja 6ê Sibatê Remezaneke zehmet derbas dikin.

Li  bajarokê Ermenaz ê li bakurê rojavayê Idlibê, li nav xaniyê zerardîtî, Dîboyê ku ji erdheja 6ê Sibata 2023an rizgar bûye neviya xwe li nav hêlanekê dihejîne bi dilekî şewitî dibêje edhejê malabata wî belawela kiriye û ji ber wê jî Remezaneke zehmet derbas dikin.

Rizgarbûyê erdheja 6ê Sibatê Dîbo Etme got "Jiyan zêde zehmet bûye, berê dema fitarê em û cîranên xwe li hewşa me rûdiniştin û me xwarin ligel hev dixwar, dema fitarê zarokên min li min kom dibûm, niha ew ji min dûr ketine. Eger ez bo fitarê gazî wan bikim, ev cih bo mazûvaniyeke wek berê bikêr nayê."

Berî fitarê Dîbo dadikeve bazarê û pêdiviyên pêwîst dikire. Piştre kebaniya wî xwarinê amade dike. Berî erdhejê jî xewneke wê hebû.

Semîre Etme kevaniya Dîbo dibêje "Berî erdhejê xewna min ez serdana Kabeyê bikim, ferîzeya Hecê pêk bînim, hevjînê min soz da min pereyan bo min kom bike, ev xewna min bû, niha edhejê her tişt ji nav biriye."

Li aliyekî din Dîbo bibîr tîne, Remezanên berê wan di bin bombebarana firokeyan de fitara xwe vedikir, tevî wê jî wan jiyana xwe berdewam dikir, lê tişta erdhejê bi wan kir şerê navxwe ew yek nekiriye.

Dîbo Etme anî ziman "Salên berî erdhejê, firokeyan em bordûman dikirin, şehîd çêdibûn, carna Mexribê me dest ji fitarê berdida û birîndar û term ji bin kavilan dedixistin, lê tevî wan astengiyan Remezan xweş bû, niha piştî erdhejê Remezan hat, jiyan zêde zehmet bûye, her takek ji malbata min çûye cihekî."

Li gor Tîma Hevahengên Bersivdana Sûriyê, di erdheja 6ê Sibatê de, li Idlibê zêdeyî 4 hezar kes bûne qurbanî, li gor heman çavkaniyê di navbera 6-27 Sibata borî de jî hêzên hikûmetê 84 caran navçeyên sivîlnişîn li Idlibê kirine armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst