Esed banga rawestandina şer li grûba BRICS dike

28-03-2013
RÛDAW
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed daxwaz ji grûba welatên BRICS ku niha li Afrîka Başûr dicive kir ku ji bo rawestandina şiddeta li Sûriyê bixebtin.

Li gor nûçeya ajansa Sana ya Sûriyê, Esed nameyek ji Serokê Serokê Afrîka Başûr Jacob Zuma re şandiye û tê de got ku grûpa BRICS niha bûye hêviya gelên ku rastî zordarî û destêwerdanê tên.

Esed di nameya xwe de wiha gotiye: "Ev 2 sala Sûriye rastî terora bi piştgiriya welatên erebî, herêmî û Rojavayî tê ku ji ber wê jêrxana welat, şaristaniyet û kultûra Sûriyê têk diçe."

Esed bang li rayedarên grûba BRICS kir ku ji bo rawestandina şiddeta li Sûriyê kar bikin daku çareseriya siyasî serbikeve.

Li aliyê din, grûba BRICS ku welatên Çîn, Rûsya, Hindistan, Berazîl û Afrîka Başûr li xwe digire, dilgiraniya xwe li hember têkçûna rewşa ewlekarî û mirovî ya li Sûriyê da xuyakirin.

BRICS her wiha got: "Em razî nabin milmilaniya li Sûriyê bibe leşkerî." Ev yek jî di demekê de ye ku sêşema borî Yekîtiya Welatên Ereb maf da welatên erebî ku çekan bidin opozisyona Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst