Hewlêr (Rûdaw) – Cara yekem e piştî guherîna desthilatê li Sûriyeyê, şandeyeke payebilind a Rûsyayê çû Şamê.
Şandeya Rûsyayê ya ku Cîgirê Wezîrê Karên Derve Mikhail Bogdanov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Alexander Lavrentyev tê de cih digirin, gihişt Balafirgeha Şamê.
Li gorî ajansa Rûsî TASSê, ev serdana yekem a fermî ya şandeyeke payebilind a Rûsyayê ye ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed çû Sûriyeyê.
Li hêla din, 25ê mehê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî bi rêya telefonê bi hev re axivîn.
Her du aliyan tekezî li ser parastina yekîtî, yekparçeyî û serxwebûna Sûriyeyê kir û banga civaka navneteweyî kir ku ji bo aramkirina bilez a Sûriyeyê beşdar bibin.
Kremlînê ragihandibû ku ew bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re di diyalogê de ne.
Baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê hene lê heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse