Xelkê Sûriyeyê êdî dikare ji xwe re pasaportan derxe

28-01-2025
Psaportên Sûriyeyê / Wêne: AFP-Arşîv
Psaportên Sûriyeyê / Wêne: AFP-Arşîv
Nîşan Sûriye Pasaport
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ragihand ku ew dê dest bi dana pasaportên Sûriyeyiyên li hundir û derveyî welat bikin.

Wezareta Karên Navxwe diyar kir ku kesên li hundirê Sûriyeyê dijîn êdî dikarin bi rêya platforma xizmetguzariyan a elektronîk navê xwe ji bo pasaportê tomar bikin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Şamê Dilxwaz Mihemed got, “Xelk dikare ji îro pê de navê xwe tomar bike.”

Dilxwaz eşkere kir, pasaporta ku herî zû derdikeve di nava 48 demjimêran de derdikeve.

Hat ragihandin ku Sûriyeyiyên li hundir û derve êdî nikarin pasaportên xwe nû bikin û pasaportên nû dê 6 salan derbasdar bin.

Heqê derxistina “pasaporta asayî” ji hundirê Sûriyeyê 312 hezar û 700 lîreyên Sûrî (25 dolar) ye û herî zêde di nava 45 rojan de derdikeve.

Bihayê “pasaporta lezgîn” 312 hezar û 700 lîreyên Sûrî (35 dolar) ye û di nava 15 rojan de tê derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst