Fermandarekî Grûpa Hemzat ji grûpê cuda bû

27-10-2022
RÛDAW
Endamê berê yê Firqeya Hemzat Basil el Şehabî ku fermandarê bi ritbeya raîd bûye, dibêje ku ew ji Lîbya vegeriya ye û ji çekdarên din ên Hemze dixwaze cuda bibin
Endamê berê yê Firqeya Hemzat Basil el Şehabî ku fermandarê bi ritbeya raîd bûye, dibêje ku ew ji Lîbya vegeriya ye û ji çekdarên din ên Hemze dixwaze cuda bibin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarekî bi navê Raid Basil Îsa el Şehabî ragihand ku ew ji ber binpêkirinên Grûpa Hemzat ên li dijî xelkê ji wê grûpê cûda bûye.

Fermandarekî Grûpa Hemzat Raid Basil Îsa el Şehabî ku weke murtezeq çûye Lîbya, di videoyeykê de dibeje ku ji Firqeya Hemzat cuda dibe ji ber ku wê grûpê li hember xelkê binpêkirin encam dane, weke kuştina rojnamevan Ebû Xenam li Babê û topbarankirina wî bajarî.

Endamê berê yê Firqeya Hemzat Basil el Şehabî ku fermandarê bi ritbeya raîd bûye, dibêje ku ew ji Lîbya vegeriya ye û ji çekdarên din ên Hemze dixwaze cuda bibin.

Basil el Şehabî dibêje: “Ez major Basil Îsa el Şehabî, cudabûna xwe ji Firqeya Hemzat radigihînim, ew jî piştî ku min binpêkarî dîtin ku, ji aliyê wê firqeyê ve li navçeyê dibin, weke mînak, terorkirina biraderê me Ebû Xennûm û hevjîna wî, û gullebarankirin û topbarankirina bajarê Bab, ku di encamê de jinek û zarokekî canên xwe jidest dan.”

Basil el Şehabî diyar dike ku ew bi  van kiryarên Hemzat “gelek pê êşiya ye” û dibêje: “Li bajarê xwe yê birîndar, piştî ez ji Lîbyayê vegeriyam, lewma ez şanaz im ku, cudabûna xwe ji vê firqeyê radigihînim, û tevlî rêzên şoreşgêrên azad bibim, herwiha daxwazê ji hemû kesên sitemlêbûyî di firqeyê de dikim ku, ew jî cuda bibin û binpêkariyên fermandarên wê eşkere bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst