Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişa asmanî ya Îsraîlê ya li ser sînorê Sûriye û Libnanê de 5 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku çavkaniyên leşkerî ji wan re gotiye:

“Îsraîlê dijmin berê sibehê saet 01:35an ji aliyê Girên Colanê ve êrişeke asmanî pêk anî.”

Li gorî heman çavkaniyê, baregeheke leşkerî ya li çoltera Şamê ya li ser sînorê Libnanê hatiye bombebarankirin.

Hat ragihandin ku di vê êrişê de 5 leşker mirine û leşkerek jî birîndar bûye.

Piştî ku 7ê Çiriya Paşîn a 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir li Rojhilata Navîn rewş aram nabe.

Demên dawiyê aloziyên Îsraîl û Hizbulaha Libnanê gurtir bûne û her du aliyan êrişên xwe zêdetir kirine.

Îsraîl ji destpêka wî şerî ve carinan êrişî Sûriyeyê jî dike û gelek deveran dike hedef.