Tehrîr El-Şam li hinek herêmên Helebê belav dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku Desteya Tehrîr El-Şamê çekdarên xwe li hinek herêmên Helebê belav kirine.

Di nav wan herêman de Gundên Soran, Dabiq, Til Betal, Şidûd, Kilcibrîn û Qibasînê hene.

Herwiha ev çekdar li hinek gundên din jî belav bûne ku çekdarên Artêşa Niştimanî ya ser bi Tirkiyeyê ve ji wan vekişiyane.

Li çend gundan jî di navbera her du aliyan de şer û pevçûn qewimîn.

7 çekdar hatin kuştin

Di encamê de 7 çekdar hatin kuştin û bi dehan çekdar birîndar bûn.

Tîrmeha 2017yan Desteya Tehrîr El-Şamê ku bi navê “Cebhet El-Nusre”yê dihat naskirin, parêzgeha Îdlibê xist kontrola xwe.

Desteya Tehrîr El-Şamê piştre jî li gundewarê parêzgeha Helebê belav bû.

Desteya Tehrîr El-Şamê, Sibata 2023yan jî bi awayê eşkere li gundewarê Helebê hat dîtin.