Idlib: Metirsiya jinavçûnê li ser hespên Erebî heye

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê navxwe yê Sûriyê ku 11 sal in berdewam e, bandor li xwedîkirina hespên erebî yên resen jî kiriye. Li bajarokê Binişê yê ser bi parêzgeha Idlibê ve ku di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam de ye xwediyên çewligên hespan nîgeran in û dibêjin hespên Erebî yên resen di metirsiya jinavçûnê de ne.

Efîf El-Seyid, xwediyê çewligeke hespan li Idlibê dibêje, “Li gel zehmetiyên hatine serê me di dema şer de, gelek hespên me di topbaran û mûşekbaranê de hatin kuştin, herwiha nexweşî jî hene û derman kêm e. Rêxistinên di vî warî de jî nînin. Ji bilî bihabûna derman û êm, îsal hespên me ji aliyê rêxistina WAHO ve nehatin tomarkirin, tevî ku sala par me pere dan daku em wan tomar bikin. Ew vê navçeyê wek navçeya terorê dibînin. Eger ev hespên Erebî yên resen neyên tomarkirin, di siberojê de wê nemînin.”

Li gor Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê derdora 7 hezar hespên Erebî yên resen li Sûriyê hene.

Ebdo El-Seyid, hespsiwarekî deverê dibêje, “Xwedîkirina hespan mijareke gelekî hestyar e, vaksîna wan û dermanê nexweşiyên wan peyda nabin li ba me, ev jî bûne sedema mirina hejmareke zêde ya hespan li vê derê. Di dema 3-4 mehan de 4 hespên min mirin.”

Rêxistina WAHO ya Cîhanî ku taybet e bi xwedîkirina hespên Erebî yên resen, û Sûriye endameke wê ye dibêje, li gor tomara wan nêzîkî 425 hezar hespên Erebî li cîhanê hene.