Xwepêşandanên Swêdayê: 'Xelk daxwaza azadî û pariyê nan dike'

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Swêdayê xwepêşandanên dijî hikûmeta Sûriyeyê berdewam dikin.

Desttengî, bihabûn û nedana sotemeniyê, xelk neçar kiriye ku dakeve ser cade û meydanan.

“Bila rîspî û eşîr piştevaniya me bikin”

Xwepêşander Mirhef Ekkaş, destnîşan kir:

"Xelk westiya, xelk birçî bû, xelk daxwaza azadî û pariyê nan dike.

Xelk hejar e, tiştek li ba xelkê nîne bixwe, xelk berevaniyê li kerameta xwe dike. Em daxwazê ji rîspî û êşir xwe dikin di xwepêşandanan de piştgiriya me bikin."

Hikûmeta Sûriyeyê hewl dide rastiya xwepêşandanên rojane yên Swêdayê yên Durziyan beravêtî bike.

Hikûmeta Sûriyeyê Dûrziyan bi cudabûn û bi bilindkirina ala pêncreng a ku sembola wê tayîfeyê ye tohmetbar dike.

Lê Durzî di xwepêşandanên xwe de alên Sûriyeyê û muxelefetê jî bi kar tînin û ew tohmetên hikûmetê red dikin.

“Em qet serşorî û riswatiyê qebûl nakin”

Xwepêşander Bedîî el-Cerîde anî got, "Em vê axaftinê ji kokê de red dikin. Li Çiyayê Ereb heta nefesa dawî em qet serşorî û riswatiyê qebûl nakin."

Piştî xwepêşandanên Swêdayê, îna borî wek hevsoziyekê li çend navçeyên din ên Sûriyeyê jî xwepêşandan hatin kirin.

Xwepêşandanan Amerîka û çend welatên Ewropayê jî anîn ser xetê.

Di daxuyanên wan de tê gotin, divê rêz li biryara navdewletî ya 2254an a taybet ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bê girtin.