Sê welatan ji bo Sûriyê lihevkirin

27-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw/Ajans) Ji bo mûdaxeleyekî leşkerî ya li dijî Sûriyê, sê welatan lihevkirin. Tirkiyê jî diyar kir ku wê di nava hevpeymaniyek li dijî Sûriyê de cih bigre.

Daxuyaniyên ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransa ve tên dayîn, serokê hersê welatan di hevdîtinên dawiyê de ji bo mûdaxleyekî li dijî Sûriyê lihevkirin.

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry diyar kir ku gihane wê baweriyê rejîma Sûriyê çekên kîmyayî bikaraniye.

Ligel daxuyaniyên Amerîka, Brîtanya û Fransa jî radigihînin wê bersivekî cidî bidin.

Pisporê Rojhilata Navîn Mike Doran derbarê lêdana Amerîka de wiha dibêje: “Hêzên Amerîka wê li cihên çekên kîmyayî yên Sûriyê bide. Obama ragihandibû, çekên kîmyayî xeta wan a sor e.”

Mike Doran di dema serokê Amerîka yê berê George Bush de dîrektoriya Konseya Ewlekariyê ya Netewî ya Koçka Spî kiribû. Mike wiha got: “Amerîka wê bi awayekî dîtbarî hêza xwe nîşan bide, wê armancên ciddî birûxîne û şahidiya êrişan bike.”

Mike Doran derbarê rolê Tirkiyê de jî ragihand ku rêveberiya Washingtonê di vê derbarê de biryarekî yekalî nedaye û wê di rojên pêş de ev yek diyar bibe.

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron jî ragihand ku bijarteyên weke, êrişên hewayî, pêkanîna qedexeya herêma ji bo firînê û biçekkirina şoreşgerên li Sûriyê dinirxînin.

Fransa: Sedî sed bersiv wê were dayîn

Wezîrê derve yê Fransa Laurent Fabius jî ragihand ku sedî sed wê bersiva Sûriyê bidin, lê hê ne zelale ev yek wê bi kîjan rêyê bê encamdayîn.

Fabius ji radyoya Europe 1 re axivî û wiha got: “Hê biryar nehatiye dayîn. Wê di rojên pêş de zelal bibe. Em hemû bijardeyan li ber çavan re derbas dikin. Tekane bijarteya li ser maseyê, tiştek nekirine.”

Duh wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu diyar kiribû ger li dijî Sûriyê hevpeymaniyek çêbibe, ew jî wê di nav de cih bigrin û wiha gotibû: “Ji niha de 36-37 welat van bijardeyan guftûgo dikin. Ger di vê pêvajoyê de li dijî Sûriyê hevpeymaniyek çêbibe, Tirkiye jî wê di nav de cih bigre.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst