Artêşa Sûriyeyê Şam bi çekên jehrî bombebaran kir!

 

 

Hewlêr (Rûdaw) –  Balafirên artêşa Sûriyeyê îro êrişî taxa Cober a li rojhilatê bajarê Şam a paytexta wî welatî kirin û di êrişê de ew tax bi çekên jehîr bombebaran kirin. Hat zanîn, di êrişa îro de, artêşa Sûriyeyê gaza Kilurê bi kar aniye.

 

Li gor agaiyên Rûdawê, îro balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê taxa Cober a li bajarê Şamê bi gaza Kilurê bombebaran kirin. Çalakvanên sûrî ragihandin, di encama wê êrişê de, bi dehan kesên sivîl ji ber gaza Kilurê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.

 

Herwiha nexweşxaneya gerok a li bajarokê Eyn Tirma li Xûta ya Rojhilat a Şamê da xuyakirin, balafirên Sûriyeyê taxên sivîl bi bombeyên gaza Kilurê bombebaran kirin û di encama wê bombebaranê de gelek zarok û jin rastî bêhntengaviyê bûn û vereşiyan û reşka çavên zarokan teng bûn.

 

Li aliyekê din çalakvanên Dibereya Sûriyeyê ragihandin, balafirên artêşa Sûriyeyê taxa Coberê bi moşekên curê FIL bombebaran kirin. Li gor gotina çalakvanên Dijbereya Sûriyeyê, artêşa Sûriyeyê di wan êrişan de hewl dide wan deveran vegerîne bin kontrola xwe ku di çend rojên borî de ji dest dabû.

 

Li gor agahiyan, di şerê taxa Coberê de li rojhilatê Şamê, Fermandarê Oprasyona Artêşa Sûriyê, Rayid Hesen Qentar hat kuştin.

Tê zanîn, ku ji Eylûla 2014an ve artêşa Sûriyeyê ligel çekdarên Hizbullahê oprasyonên leşkerî li dijî çekdarên girêdayî Dijbereya Sûriyeyê li taxa Coberê li rojhilatê Şamê pêk tîne.

 

Ji havîna sala 2013an ve heta niha, taxa Cober a li rojhilatê bajarê Şamê di bin kontrola çekdarên Dijbereya Sûriyeyê de ye.