Sergey Vershinin peyameke Putin gihand Beşar Esed

27-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Sergey Vershinin Sûriye Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed li Şamê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin civiya û şerê li dijî terorê û mijara vegera koçberên Sûrî bo welat gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokkomariya Sûriyê, Beşar Esed di civînê de tekez kiriye ku hemû hewlên rojavayî yên ji bo tevlihevkirina hewldanên dewleta Sûriyê yên ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê li ser tevaya xaka xwe bi ser nakevin û diyar kiriye ku hewldanên Sûriyê yên ji bo wê armancê li gorî daxwazên Sûriyê yên ji bo vejandin û aramiyê dimeşin.

Beşar Esed di hevdîtinê de herwiha dubare kir ku Sûriye piştgiriya helwesta Rûsyayê ya di şerê Ukraynayê dike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê peymeyek ji Vladimir Putin gihande Esed û got, Moskow dê her demê li pişta Sûriyê be û hevpeymaniya wan a stratejîk dê berdewam û bihêztir bibe.

Sergey Vershinin di hevdîtinê de ragihandiye ku Amerîka û hevalbendên wê yên rojavayî kontrola xwe ya li ser cîhanê ji dest didin û destnîşan kiriye ku pêwîst e pêwendiyên navdewletî derbasî qonaxeke nû bibe

Di civînê de Esed û Vershinin, şerê li dijî terorê û pirsa vegera koçberan gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser parastina yekîtiya ax û serweriya Sûriyê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst