Li Siwerê Şaredariya Gel tora avrêjê nûjen dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Siwer ê bakurê rojhilatê Dêrezora Sûriyê Şaredariya Gel dest bi nûjenkirina tora avrêjê kiriye.

 

Li bajarokê Siwer ê Şaredariya Gel dest bi nûjenkirina tora avrêjê kiriye. Li gor berpirsên Şaredariyê û tîma projeya nûjenkirinê dê karê wan bi çend qonaxan berdewam be.

 

Serperiştyarê projeyê Ebdirrezzaq Hemûd dibêje: “Em ji bo avrêja Siwer kar dikin, em dê nûjn dikin, em dixwazin  astengan li pêş çûna avê nehêlin, ku di dema berê de rawestiya bû. Karê me ji taxekê bo taxeke din didome, em li gor boriyan erdê dikolin, 2-3 metreyan kûr dikin.  Em niha bi nûjenkirineke giştî kar dikin."

 

Li gor serpereştyarên projeya nûjenkirina tora avrêjê ya bajarokê Siwer, niha 300 metre ya tora avrêjê tê nûjenkirin û piştre qonaxeke din destpê dike.

 

Şaredariya Gel li Siwerê Xessan Trakim jî got: “Em niha boriyan diguherin, destpêkê me erd kola û boriyên kevin derxistin. Me boriyên nû ji Qamişlo kirîn, gelekî buha bûn, li Dêrezorê nebûn, em dê boriyên nû deynin, em bi hêvî ne ev yek ji bo welatiyan baştir be."

 

Bajarokê Siwer herdû parêzgehên Dêrezorê û Hesekê bi hevdû ve girêdide, havîna 2014an çekdarên DAIŞê bajarokê Siwer kontrol kirin, di Cotmeha 2017an de şervanên HSDê ew ji destê DAIŞê derxistin.