Artêşa Surî zirxpoşên Tirkiye kir armanc: Sê serbaz birîndar bûn

27-03-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Sûriyê Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zirxpoşên artêşa Tirkiyeyê li nêzîkî bajarokê Kafr Nuran bûn armanca êrişa mûşekên artêşa Surî û yek jê efser sê serbazên Tirkiye birîndar bûn.

Li gorî agahiya Rewangeha Surî ya Mafê Mirovan (SOHR) belav kirî îro 27ê Adarê Fewca 46ê ya artêşa Surî du zirxpoşên artêşa Tirkiye li derdora bajarokê Kafr Nûran li gundewarên rojavayê Helebê bi mûşekan kirine armanc.

Di encama vê êrişê de zirxpoşên Tirkiyê şewitîne û sê serbazên Tirkiye birîndar bûne ku yek ji wan efser e.

Piştî bûyerê her sê birîndar rakirine nexweşxaneyên Tirkiyeyê. Demek dirêj firokeyên bê firokevanên Tirkiye bi ser vê deverê re firiyane. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst