Dema dombelan kom dikirin mîn teqiya: 10 kes mirin

27-02-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Mîn Teqîn Hema DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hemayê di encama teqîna du mînan de 10 kesan jiyan xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Ajansa fermî ya Sûriyê SANA, dema ku hejmareke welatiyên gundê El-Mistirîhe li gundewarê bajarê Selemiyê yê Hemayê ji bo komkirina dombelanan derketibûn biyabana navçeyê, mînek ji paşmayên DAIŞê bi wan ve teqiya, di encam de 9 kesan canê xwe ji dest dane ku 7 ji wan jin in û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Piştre, mînek duyemîn a ku DAIŞ li pey xwe hiştibû, li heman deverê teqiya, welatiyek canê xwe ji dest da û deh kesên din jî birîndar bûn"

DAIŞê çend bajarok û gund li gundewarê rojhilatê Hemayê kontrol kirin, berî ku di sala 2017an de ji wê derê were derxistin.

Roja 11ê vê mehê 53 welatî ku ji bo çinîna dombelanan çûbûn biyabana bajarokê Sixne yê Himsê di êrîşeke DAIŞê de hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst