Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûxana desthilata Beşar Esed hinek Sûriyeyî li mirovên xwe yên winda digerin.
Di dema rêjîma Beasê de bi kêmanî 50 zîndanên eşkere û veşartî hebûn û piraniya wan li Şam û derdora wê bûn.
Ji destpêka krîza Sûriyeyê û şerê navxwe yê li wê derê ve û heta dawiya desthilata Esed nêzîkî 100 hezar kes hatibûn girtin.
76 hezar ji wan hatibûn kuştin ku piraniya wan di bin şkencê de hatibûne kuştin.
Roja rûxina desthilata Beşar Esed zêdeyî 22 hezar kes hatin berdan.
Lê heta niha çarenivîsa derdora 10 hezar girtiyan nediyar e.
Wefa Mistefa ji Hemayê ye ku bajarekî xelkê wî piranî Sunne ye.
Ew 12 sal in li Almanyayê penaber e û niha li Sûriyeyê li dûv bavê xwe digere.
"Hemû salên min ên borî li ser hêviyekê bûn”
Çalakvan Wefa Mistefayê got:
"Hemû salên min ên borî li ser hêviyekê bûn, vegera min a Sûriyeyê da ku ez tiştekî derbarê bavê xwe de bizanim."
Ev wêneyê Wefa û bavê wê Elî Mistefa ye 2011ê, wate du sal berî ku hêzên ewlehiyê yên desthilata Esed di şeveke tarî de wî bigirin.
Piştre hat zanîn ku ew di Zîndana Seydnayê de ye.
“50 zîndanên eşkere û veşartî hebûn”
Li gorî çavkaniyên navxweyî yên Sûriyeyê, di serdema desthilata 53 salî ya Esedê bav û kur de, 50 zîndanên eşkere û veşartî li Sûriyeyê hebûn.
Piraniya wan zîndanan li Şam û derdora wê bûn.
Di nav wan de Edra, Mezze û Seydnaya yên herî navdar in.
Parêzer Lama Rîfaî jî got:
"Ez ji bo wan nivîsên ser dîwaran hatime. Yekî nivîsiye hevalê min ê girtî mehek e hatiye birin û nizanim çi hatiye serê wî."
Ji destpêka şerê navxweyî û krîza siyasî ya Sûriyeyê û heta dawiya desthilata Esed nêzîkî 100 hezar kes hatibûn girtin.
“76 hezar kes hatin kuştin”
76 hezar ji wan hatibûn kuştin an di bin şkenceyê de canê xwe ji dest dabûn.
Di roja ketina Esed de zêdeyî 22 hezar kes hatin azadkirin.
Niha behsa 7 heta 10 hezar girtiyên çarenivîsa wan nediyar tê kirin.
Hinek kes ji Birêvebirya nû ya Sûriyeyê dixwazin ku karê pêwîst ji bo zanîna çarenivîsa wan kesan bike.
Çalakvan Yasîn jî got, “Em li vir kom bûne da ku bînin bîra desthilata nû bi dehan hezar windayên serdema Esedê zalim.
Divê hikûmeta birêz Şer vê dosyeyê paşguh neke."
Mirovên girtî û windayan desthilata nû ya Sûriyeyê rexne dikin û dibêjin berê xwe daye mirovên girtiyên biyanî û şandên dîplomatîk ên rojavayî lê pişta xwe daye girtiyên Sûriyeyê.
Wefaya çalakvan dibêje ji bo dadperwerî li Sûriyeyê pêk were, divê dosyeya girtiyên Idlibê ya di bin desthilata wê demê ya Heyeta Tehrîr El Şamê de jî were vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse