Îsraîl li nav axa Sûriyeyê çi qasî bi pêş ve çûye?

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed artêşa Îsraîlê bi qasî 17 kîlometreyan ket nav axa Sûriyeyê.

Leşkerên artêşa Îsraîlê li derdora bajarê Quneytreyê yê başûrê rojavayê Sûriyeyê hatine bicîhkirin.

Bipêşveçûna artêşa Îsraîlê ya nav axa Sûriyeyê roj bi roj berfirehtir û bileztir dibe.

Şêniyê bajarokê Baasê Yasîn Elî li ser bipêşveçûna artêşa Îsraîlê got:

“Vê dagirkariyê nêzîkî 325 kîlometre çargoşe girtiye.

Ji bilindahiyên Colanê heta vê derê di hefteyekê de hatin.

Eger bi heman lezê be dikarin dest dayînin ser hemû parêzgehê û heta bigihêjin Şamê jî.”

“Welatên Erebî me wekî hevpeyman dibînin”

Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed a 8ê vê mehê Îsraîlê bi hinceta parastina ewlehiya sînorên xwe, derbasî sînorê van Sûriyeyê bû.

Li gorî peymana 1974an a di navbera Sûriye û Îsraîlê de ew herêma ku artêş lê bi cih bûye wekî herêma ji çekan paqijkirî hatiye nasandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, artêşa Îsraîlê di hefteya yekem a ketina Esed de nêzîkî 10 kîlometreyan çûye nav axa Sûriyeyê û binkeyên leşkerî li wir bi cih kirine.

Di nava vê hefteyê de jî nêzîkî 7 kîlometreyên din bi pêş ve çûye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn:

“Welatên Erebî yên modern Îsraîlê ji bo piştrastbûna li ewlehî û aramî û xweşiya hemû herêmê wekî hêzeke navherêmî dibînin û wekî hevpeyman jî dibînin.

Bi hev re li gel dostê me Amerîka plana ji bo berfirehkirina Peymana Abraham heye.

Ji bo vê yekê jî bi şêwazekî bilez rûdêma Rojhilata Navîn dê were guherîn.”

16ê vê mehê bi çûyîna artêşa Îsraîlê ya nav gund û bajarokên başûrê Sûriyeyê, Hikûmeta Îsraîlê plana 11 milyon dolaran a ji bo nûjenkirina herêmê û zêdekirina hejmara şeniyên Cihû pesend kir.

Vê yekê jî nerazîbûna civaka navneteweyî li pey xwe anî.