Artêşa Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsarîlê, balafirgeha Şamê bombebaran kir û ji ber êrişî balafirgeh ji kar ket.

Medyaya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku îro piştî nîvro Îsraîlê Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bombebaran kir.

Her li gorî medyaya Sûriyeyê, di encama bombebarana artêşa Îsraîlê de ew balafirgeh ji kar ketiye û êdî balafir nikarin lê dakevin.

Balafirgeha Şamê ji ber êrişên Îsraîlê nêzîkî mehekê ji kar derktibû lê duh dîsa dest bi xizmetê kiribû.

Balafirên ku berê xwe dabû li balafirgeha Şamê, li balafirgehên Heleb û Laziqiyê danî.

Piştî rawestana nêzî mehekê ya Balafirgeha Şamê, roja şemiyê geştên asmanî ji balafirxaneyê dest pê kiribû.